Kine Em, koma hîphopa kurdî ji Swêd. Di koma Kîne Em didu dengbêj heni, Îsot û Zeytûn.

Ji despêka hertiştî me ewil stranê swêdî çêdikir, lê rojekê me stranek
bi kurdî çêkir û ew stran binavûdeng gelkî hat nazkirin li dinyê tevdi.
Li herderê gerîya di rîya Internetê. Wî wextî me biryar da gih emê
bêtir stranê kurdî çêkin ji bo em zimanê kurdî belabikin di nav ciwanê kurda.
Em hêvîdarin gih bêtir xelk bi kurdî strana bêjin. Jibona zimanê kurdî di
wextekî gelek drêj bindest mayî û gih em şer nekin ji bo zimanê xwe bihêlin
wê hêdî hêdî zimanê kurdî wendabibi. Gelek ji ciwanê me hîn fêr
nebûni hîn ne elimîni ya jî hew zimanê zikmakî ji bîr kiriye.
Em hêvîdarin gih em bi kurdî hîphopê çêkin, wê meraqa xelkê ji zimanê kurdî bêtirbibi.

Here ser malpera “Kine EM”

 

 

 HEVPEYVÎN (Kine EM)

 

KurdishHiphop.NET:

  - Merhaba hevalno.Birasti hûn yekemîn koma hîphopa Kurdî ye.Min jî wek gellek Kurda cara     pêşî, bi stranên we Hîphopa Kurdî naskir.

Em dixwazin hinekî ji devê we çîroka Koma Kîne Em bibîhîzin.Hûn çend kes bûn  , we cawa

biryarek wiha girt û we got em Hîphopa Kûrdî çêbikin.??

 

KINE EM:

 - Wey ehlen gelek spas ji bo van peyvê we ê xwes. Di koma Kîne Em didu dengbêj heni, navê me Îsot û Zeytûn. Me got emê hiphop bi kurdi cékin ji bo di wî wextîdi kesek hiphopa kurdi cênekirbû. Me cend stran cêkir û pistî me gelek hiphopcî derketen. Yek bi yek gis digotin gi ew hiphopcîyê yekemînin. Îro jî dengbêjek nih derkeve wê bêji gi ew hiphop bi kurdi berî gisa cêkiryi, kesek qebûl nakin gi Kine em ê yekemîn bûn. Lê tist nabi em bi kêfin, hema bêtir hiphopcî hebin xwestiri.

 

KurdishHiphop.NET:

- Çima navê Koma we Kîne Em e,? hûn dixwazin bi vî navî mesajek bidin??

 

KINE EM:

-Peyva Kine Em, ewil ji siîra ”Kime Ez” tê Helbestvan
Cegerxwin nivîzand û talîyê Sivan Perwer strana ”Kine Em”çêkir.

 

 KurdishHiphop.NET:

 -  Dema we ev kom avakir qet hûnermendên Kurd an jî sazîyên Kurdan piştgirî dan we.

  An hûn di vê rêda tenê dimeşîyan

 

 - Hûn dikare hinekî behsa naveroka stranên xwe bikin??An jî we bi çi armanc û hestî

  van stranan dinivîsand??

 - Em dizanin hûn derket yekemîn kanala Kurda MED tv yê jî?Wê demê gel cawa nezîkê we

  dibu,reaksiyanê wan ci bu.Bêguman ev tarza ji bo wan pir nu bu û Kurda vî tarzî

  nasnedikir.. Hîn jî nasnakin

 

KINE EM:

-Em derketin televziona Med Tv û reaksiayanê wan ne basbû. Kesek ji me heznekir.

 

KurdishHiphop.NET:

 - Piştî demekî we xwe sahna kişand û êdî stran çênekir.Hîn jî çênakin sedema vî

  çîye gelo??KINE EM çima bê denge û stranên nû naafirîni??

 

KINE EM:

-Em hîn strana cêdikin û bi albûma xwe dixebitin.

 

KurdishHiphop.NET:

 - Anha gellek rapperê Kurd hene û berhema  jî derdixin.Hûn kîjan rapperê Kurd baþ

  û serkeftî dibînin.Kîjan rapper baş hunera xwe diafirîne an jî kêfa we bi kîjanêra tê?

 

KINE EM:

-Heta gi rapperê Kurd nizanin ew bi xwe ci dibêjen di stranê xwe, gelekî zori ji meri gi em ji kesekî hez bikin. Lê kêfa me gelekî tê ji hiphopcîyê gi bi kurdî dibêjin. Bera dewam bikin û bi kurdî bêjin

 

KurdishHiphop.NET:

-  Hûn wek yekemîn rapperê Kurd çi  peşniyar û rexnê yê we ji rapperên Kurdên yê nûjen heye?

 

  Kînem dîsa difikire kû vegere MÛZÎKÊ.Bi ras tî em pir dixwazin hûn vegerin û stranên

  nû ji bo gohdarvanê xwe  û ji bo me biafirînin??

KINE EM:

-Erê em anha bi albûma xwe dixebitin. Wê stranê nih û xwes hebin. Cavé xwe vekin û di pêserojê di wê derkevi. Têkevin malpera me http://www.kineem.se/

 

KurdishHiphop.NET:

-  Di dawî yê da em dibêjin gellek spas ji bo vê hevpeyvîne kû we vî derfetî da Malbata

  Lordkurd.com.Peşniyar û rexnêyê we ji bo me jî hebe em gellek kêfxweş bibin

 

Bi hêvîya jîyan û welatek Azad//Serkeftin ji wera

 

 

(Jibo hevpeyvin koma yekemina hiphop’a kurdî “Kine Em” zor spas)

          LORDKURD.COM / 2008 / Serhildan / Hungrykop.